Serok Barzanî: Ger destûr hatibta bicîkirin Iraq ne digehişt rewşa niha
Serok Barzanî: Binpêkirina destûr û tewafuq û şeraketê û nanbirrîna xelkê Kurdistanê, gelê Kurdistanê han da ku referandumê encam bide.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî ragihand heger destûra Iraqê hatiba bicîkirin, ti carî Iraq derbasî vê qonaxa niha nedibû.
Îro serok Mesûd Barzanî li gel firakisyona Partiya Demokrat a Kurdistanê di Perlemana Iraqê de civiya û di wê civînê de serok Barzanî tekezî li rewatiya encamdana referandumê kir, ku mafekî asayî û yasayî û destûrî yê gelê Kurdistanê bû û diyar jî kir ku binpêkirina destûr û tewafuq û şeraketê û nanbirrîna xelkê Kurdistanê, gelê Kurdistanê han da ku referandumê encam bide û heger destûra Iraqê hatiba bicîkirin ti carî Iraq ne derbasî rewşa niha nedibû.
Her di wê civînê de, Serok Barzanî û endamên firakisyona PDK di Perlemana Iraqê de, derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û mijara hilbijartinan û hevkêşeyên siyasî di nav Perlemana Iraqê de gotûbêj kirin.
Herweha endamên firakisyonê, nerîn û têbînî û pêşinyarên xwe derbarê awayê karkirin û danîna çarçoveyeke pêwîst ji bo serederiyê li gel pêşhatan û pêwendiya li gel aliyên siyasî ji bo serok Barzanî behs kirin.