Wezîrên Derve yê Amerîka û Rûsyayê rewşa Efrînê gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û hevpostê wî yê Rûsyayê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de rewşa dawî ya bajarê 'Efrînê û pêşhatên şer li wir gotubêjkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê di beyanameyekê de ragihand ku, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson û hevpostê wî yê Rûsyayê Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de rewşa dawî ya bajarê 'Efrînê û pêşhatên şer li wir gotubêjkirin.

Herweha amadekariyên Civîna Viyênayê, ya ku biryar e  di navbeyna hikumet û opozisyonê de, di 27 vê mehê de bi serpereştiya Netewên Yekgirtî birêve biçe, girtin dest. Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriyê  jî,  ya ku biryar e di 29 û 30 vê mehê, li bajarê Soçî yê li Rûsyayê  birêve biçê  mijarek din a danûstandina wan bû.