Hejmara şehîdên Efrînê bilind bû

Behcet Ebdo: Artêşa Tirkiyê karên li dijî mirovatiyê dike û me bi wan tometbar dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderên pizîşkî ji nexweşxaneya Efrînê ji Kurdistan 24ê re ragihandin, ku heya niha 35 welatiyên sivîl şehîd bûn û 106 kesên din birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve, hevserokê desteya berevaniyê li Herêma Efrînê Behcet Ebdo ji bultena demjimêr 7ê êvarî ya K24ê re ragihand, ku di roja pêncem ya operasyonê de, şer bi giranî berdewam e û got: "Piştî ku artêşa Tirkiyê bingehên me bordûman kir û ti mifa nedît, niha jî êrîşî jêrxana xizmetkariyê dike".

Behcet Ebdo tekez kir, ku wan bi ti awayî bajarê Kilisê topbaran nekiriye û ti carî jî ew êrîşî navçeyên sivîlan nakin.

Ebdo ji K24ê re got jî: "Artêşa Tirkiyê karên li dijî mirovatiyê dike û me bi wan tometbar dike, em di nav axa xwe de ne û em tenê berevaniyê li xwe dikin û me êrîşî ti aliyekî nekiriye".

 

Hevserokê desteya berevaniyê li Herêma Efrînê-Behcet Ebdo
Hevserokê desteya berevaniyê li Herêma Efrînê-Behcet Ebdo

Behcet Ebdo diyar kir, ku ewê heya dawî berevaniyê di ber Efrînê de bikin û ti carî ew rê nadin ku artêşa Tirkiyê derbasî bostekê ji axa Efrînê bibe.

Navhatî zelal kir, ku ew agahiyên artêşa Tirkiyê belav dikin, dûrî rastiyê ne, bi taybet derbarê hejmara qurbaniyan, herweha derbarê kontrolkirina hin gundan ji aliyê artêşa Tirkiyê ve, Ebdo ragihand, ku ew hin caran bi awayekî tektîkî ji hin navçeyan vedikişin, daku hêzên Tirkiyê li wir kom bibin û piştre ew êrîşî wan dikin.