Nêçîrvan Barzanî û Ebadî li Davosê civiyan
Jêderekî ji şanda Herêma Kurdistanê, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew civîn serketî bû û biryar e civîneke din jî bê lidarxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Herêma Kurdistan Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di çarçoveya civînên foruma abûriya cîhanî de li Davosê civiyan.
Jêderekî ji şanda Herêma Kurdistanê, taybet ji Kurdistan24ê re ragihand, ku ew civîn serketî bû û biryar e civîneke din jî bê lidarxistin.
Di civînê de her yek ji, cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên û peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî amade bûn.