Nêçîrvan Barzanî û cîgirê sikirtêrî giştî yê NY diyaloga di nav Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin
Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e ku Herêma Kurdistanê di konferensa avakirina Îraqê de beşdar be, ku biryar e li Kiwêtê bê lidarxistin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya civînên foruma abûriya cîhanî de li Davosê, serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li gel cîgirê sikirtêrê giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo karûbarên siyasî Jeffrey Feltman civiya û li ser pêşhatên Iraqê û diyaloga di nav Hewlêr û Bexdayê de gotûbêj kirin.
Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistan: "Di civînê de Nêçîrvan Barzanî, ji cîgirê sikirtêrê NY re behsa kar û xebatên wan komîteyan kir, ku ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ve ji bona çarekirina kêşeyan hatine pêkanîn, herweha behsa serdana xwe jî ya ji bo Bexdayê kir û tekezî li ser helwesta Herêma Kurdistanê kir ku dixwaze bi diyalogê û li gor destûra Iraqê hemû pirsgirêkan çareser bikin".
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, li ser pirsa penaber û mişextan got: "Herêma Kurdistanê gellek hevkarî kiriye û gellek alîkarî pêşkêş kiriye û gellekî pêwîst e, ku Herêma Kurdistanê di konferensa avakirina Îraqê de beşdar be, ku biryar e li Kiwêtê bê lidarxistin".