Teqînek li Daqûqê qewimî
Li gorî zanyariyên jêderên emnî li Daqûqê, teqîn bi riya otombêleke mînkirî hatiye encamdan.
K24 - Navenda Nûçeyan
Teqînek li nêzîkî mezargeha Xidir Ilyas li qezaya Daqûqê ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve qewimî.
Li gorî zanyariyên jêderên emnî li Daqûqê, teqîn bi riya otombêleke mînkirî hatiye encamdan.
Zanyariyan diyar kirin ku, di encama wê teqînê de gellek ziyanên maddî li mezargeha Xidir Ilyas bûye, lê heya niha zanyarî li ser çêbûna ziyanên canî belav nebûne.