HDP: Ti demê Efrînê gef li ser Tirkiyê çênekiriye

Ehmed Yildirim: Operasyona Efrînê, tenê biryara serokê AKPê ye, piraniya xelkê Tirkiyê aştîxwaz in û li dijî şer in, ji ber ku aramî û ewlehiya Tirkiyê di wî şerî de nabînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Gelan (HDP) ragihand, ku ji destpêka şerê navxwe li Sûryê, Efrîn devera herî aram bû û ti demê gef li Tirkiyê çênekiriye.

Cîgirê serokê firakisyona HDP di Perlemana Tirkiyê de Ehmed Yildirim  ragihand: "Tirkiye dixwaze operasyona Efrînê ji bo siyaseta navxwe bikar bîne, karbidestên Tirkiyê baş zanin, ku heya niha kevirek ji Efrînê bi ser Tirkiyê de nehatiye avêtin".

Ehmed Yildirim got jî: "Operasyona Efrînê, tenê biryara serokê AKPê ye, piraniya xelkê Tirkiyê aştîxwaz in û li dijî şer in, ji ber ku aramî û ewlehiya Tirkiyê di wî şerî de nabînin".