Derwêş: Hevpeymaniya Navdewletî li Minbic dest bi çalakiyan kiriye
Peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî: Hêzên me hîn li Minbic in û her dema êrîş li ser me bê kirin emê bersivê bidin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê civata Minbic ya serbazî Şervan Derwêş ragihand, ku hêzên wan li Minbic di amadebaşiyê de ne ji bo her êrîşekê li ser wî bajarokî. Şervan Derwêş got: "Hîn hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li wî bajarokî ne û dest bi gerên çavdêriyê yên bejahî û ezmanî kirine".
Ji aliyê xwe ve, peyvdarê Hevpeymaniya Navdewletî Ryan Dillon ragihand, ku hêzên wan hîn li Minbic in û her dema êrîş li ser wan bê kirin ewê bersivê bidin.
Piştî destpêkirina operasyona (Şaxê Zeytûnê) ji aliyê artêşa Tirkiyê ve li bajarê Efrînê, gellek caran karbidestên wî welatî dane xuyakirin ku ewê li Minbic jî operasyonan bikin.