Qedrî Cemîl: Rûsya rêkeftin ligel Tirkiye nekiriye
Serokê Platforma Moskow Qedrî Cemil di bultena nûçeyî ya Kurdistan24 de ragihand ku, ew bi tundî Operasyona Tirkiyê hemberî Efrînê protesto dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Platforma Moskow Qedrî Cemil di bultena nûçeyî ya Kurdistan24 de ragihand ku, ew bi tundî Operasyona Tirkiyê hemberî Efrînê protesto dikin. Herweha daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku, rola xwe di vê pirgîrekê de bilîzin.
Lê, Qedrî Cemil wekî bîngeha hemû problemên navçeyê siyaseta Amerikayê destnîşan kir û got, Rûsya lempeya kesk ji Tirkiye re pênexistiye û gotinên Erdogan ku diyarkiriye, ligel rêkeftina Rûsya dest bi Operasyonê kirin e, ne rast in. Ji ber ku, Rûsya red dike ku rêkeftin ligel Tirkiye kiribe û ev yek bi daxûyaniya Wezareta Derve ya Rûsya hatiye ragihandin.