Lezgîn Botan: Operasyona Efrînê, Operasyona dagîrkeriyê ye

Parlementerê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ê Wanê Lezgîn Botan, di bultena nûçeyî ya Kurdistan24 de ragihand ku Operasyona Tirkiye li Efrînê destpê kirî, Operasyona dagîrkeriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementerê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP) ê Wanê Lezgîn Botan, di bultena nûçeyî ya Kurdistan24 de ragihand ku Operasyona Tirkiye li Efrînê destpê kirî, Operasyona dagîrkeriyê ye. Tirkiye bi 80 balafiran bi tonên bombeyan xwestin îradeya Efrînê bişkînin, lê zarokên Sellaheddin Eyyûbî û Kawayî Hesînkar ev derfet nedan destê wan. Bi hezarên salan gelê Kurd serî li ber tade û zordariyê ne tewandiye û niha jî dê ne tewîn e.

Lezgîn Botan diyarkir ku, Tirkiye bawer dikir û plan kiribû ku di 2-3 rojan de Operasyona wan encam bide, lê berxwedana gelê Kurd ew şkandin. Efrîn wekî berdewamiya projeya ku li Kerkûkê bûyî, ya ku Kerkûk radestî  DAIŞ a Şîa - Heşda Şabî kirin, lê ev plan biser neket û nakeve.

Botan herweha da nîşandan ku, dilê Bakur bi Başûr, Rojhilat û Rojava re ye.