Amerîka: Cihê şermezariyê ye aramiya Efrînê were têkbirin
Peyvdara Wezareta Derva ya Amerîka Heather Nauert ragihand "Me ligel HSDê bi başî kar kir. DAIŞ jinav neçûye. Tirkiye ji armancê bidûr ketiye. Nîgeran in ji rewşa Efrînê û ev êrîş şermezarî ye."
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdara Wezareta Derva ya Amerîka Heather Nauert ragihand "Me ligel HSDê bi başî kar kir. DAIŞ jinav neçûye. Tirkiye ji armancê bidûr ketiye. Nîgeran in ji rewşa Efrînê û ev êrîş şermezarî ye."
Heather Nauert di konferanseke rojnamevanî de nîgeraniya welatê xwe derbarê êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê derbirî û got: "Amerîka bi Hêzên Sûriyeya demokratîk re kar kir, ku ji çend pêkhateyan pêk tê ji wan jî Kurd, Ereb, Tirkmen û Siryanî. Me bi başî kar ligel wan kar kir û me DAIŞ têk şikand."
Got jî: "Wezareta Derve diyar kir ku di du rojên bûrî 150 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ev jî gelekî girîng e û nîşan dide ku hîna DAIŞ maye û jinav neçûye."
Herwiha got jî: "Em ligel Tirkiyê axivîn û em gelekî nîgeran in ji rewşa Efrînê. Di baweriya me de ew ku divê hemû alî çavên xwe ji ser DAIŞê nede aliyekî din. Me dilgiraniya xwe gihandiye Tirkiyê. Em hevnêrîn in ligel Tirkiyê derbarê gefên PKKê, ji ber ku Tirkiye endama NATOyê ye û hevpeyman e, lê Tirkiyê li Efrînê dike, çavê me ji ser DAIŞê dibe. Ti aliyekî Hevpeymaniya Navdewletî negotiye ku DAIŞ jinav çûye."
Heather Nauert diyar kir, Serokê Amerîka Donald Trump ji Serokomarê Tikiyê Recep Teyip Erdogan re gotiye: "Rewşê aloztir neke û ji armanckirina sivîlan û koçkirina xelkê bidûr bikeve û Tirkiyê xwe rabigire û rewşê xirabtir neke."
Peyvdara Wezareta Derva ya Amerîka rexne li êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê girt û got: "Cihê şermezariyê ye ku navçeyek aram be û were têkbirin."
Ev şeş roj in li ser hev artêşa Tirkiyê bi firokeyên şer herêma Efrînê bombebaran dike û ta niha Tirkiyê ti navçeyeke li Efrînê negirtiye û Serokomarê Tirkiyê bixwe aşkere kir, ku ta niha 8 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.
Roja 20ê vê mehê Tirkiyê operasyona li dijî Efrînê ya bi navê "Şaxa Zeytûnê" bi fermî ragihand. Operasyon ji bilî beşdarbûna tan, topxane, zirîpoş û hêzên esmanî yên wî welatî, bi hezar çekdarên mîlîşyayên opozîsyona Sûriyê bi rê ve diçe.