Peskov: Putin beşdarî Kongreya Soçî nabe
Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov ragihand ku, nehatiye plankirin û nayê çaverêkirin Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriyê li Soçî bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berdevkê Kremlinê Dimitri Peskov ragihand ku, nehatiye plankirin û nayê çaverêkirin Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beşdarî Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Suriyê li Soçî bibe.
Peskov Kongre wekî pêngavek girîng di pêvajoya çareseriya siyasî ya Suriyê de binavkir, lê herweha diyarkir, ev Kongre dê ne encamdar be.
Kongreya Soçî dawiya vê mehê dicive, heta niha beşdariya aliyên Kurd zelal nebûye.