UNICEF: Li Efrînê 11 zarok şehîd ketin e
UNICEF herweha ragihand, jiber şer û pevçûnên dijwar welatiyên sivîl nikarin birevin û di jêrzemînên avahiyan de man e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina UNICEF a Netewên Yekbûyî ya taybet bi zarokan ragihand, ku hin raport gihiştine destê wan, tê de hatiye ku, di encama bombebarana Artêşa Tirkiyê bi ser bajarê 'Efrînê de 11 zarok şehîd bûn e û gelek zarokên din brîndar bûn e.
UNICEF herweha ragihand, jiber şer û pevçûnên dijwar welatiyên sivîl nikarin birevin û di jêrzemînên avahiyan de man e.
Hêzên Suriye ya Demokrat jî ragihandibû ku, ji encama bombebaran, şer û pevçûnên li devera 'Efrînê 59 welatiyên sivîl şehîd bûn e û bi dehan welatiyên din jî brîndar bûn e.