Karayilan: Hîn şer neketiye nav Efrînê û heger gihişt emê mal bi mal şer bikin

Karayilan: Divê TEVDEM û ENKS yan bi hev re beşdarî Sochi bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê desteya rêvebir ya PKKê Murad Karayilan derbarê êrîşa li ser Efrînê ragehand, ku hîn şer neketiye nav bajarê Efrînê û heger şer bigehe nav bajarê, ewê mal bi mal şerê artêşa Tirkiyê bikin.

Derbarê kongirê Sochi yê Diyaloga Niştimanî Sûrî, Karayilan bersiva endamê desteya rêvebir ya TEVDEMê Aldar Xelîl da û got: "Divê TEVDEM beşdarî wî kongirî bibe".

Navhatî ji medya PKKê re ragihand, kongirê Sochi ku bi pêşengiya Rûsya wê bê lidarxistin, kongirekî giringe û divê TEVDEM beşdariyê têde bike û li dijî wî kongirî dernekeve û protesto neke.

Murad Karayilan bang ji Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) xwest, ku heger TEVDEM neçe Sochi, divê ENKS jî neçe. TEVDEM û ENKS yan divê bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin. Nabe aliyekî Kurdan biçe Sochi û aliyekî din neçe.

Berî niha Aldar Xelîl ji ber operasyona Efrînê, nerazîbûna xwe li dijî Rûsya dabû xuyakirin û gotibû ew beşdarî kongirê Sochi nabin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/35083a8e-91b7-4281-b9f2-fdb16ea31d06/012718JYQ.ism/manifest