Tirkiye: Amerîka soz daye nema çekan radestî YPG bike
Li gorî medya Tirkiyê, di pêwendiyeke telefonî de, Kalin ji Mcmaster xwestiye, ku welatê wî hestiyariya Tirkiyê û ewlehiya wê bigiringî bistîne.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li gorî medya Tirktî, peyvdarê serokatiya Tirkiyê Ibrahîm Kalin û şêwiremendê ewlehiya netewî ya Amerîka Herbert Mcmaster, di pêwendiyeke telefonî de, tekezî li ser rawestandina biçekkirina rêxistinên Kurdî kirine û herdu aliyan behsa hestiyariya Tirkiyê li ser wê yekê kirine.
Li gorî medya Tirkiyê, di wê pêwendiyê de jî, Kalin ji Mcmaster xwestiye, ku welatê wî hestiyariya Tirkiyê û ewlehiya wê bigiringî bistîne.
Herweha behsa wê yekê jî hatiye kirin, ku pêwîst e hevrêzî di navbera herdu aliyan de hebe, daku ti têgihiştinên şaş di nav wan de çênebin.