Birûsk Hesekê: Li navçeya Raco em şerekî dijwar li dijî artêşa Tirkiyê dikin
Birûsk Hesekê diyar kir ku artêşa Tirkiyê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê sivîlan topbaran dike.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Birûsk Hesekê ji Kurdistan24ê re ragihand, niha li gundê Berêker li navçeya Raco şerekî dijwar di navbera şervanên YPG û YPJê û artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê diqewime, lê heya niha artêşa Tirkiyê nekariye pêş bikeve.
Birûsk Hesekê diyar kir ku artêşa Tirkiyê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê sivîlan topbaran dike.
Herweha navhatî zelal kir, ku firokeyên artêşa Tirkiyê gundewarên Tobal, Bêdan, Qurnê, Elî Caro û Girê Şêx Xurzêyên û derdora Çiyayê Gir yê navçeya Bilbilê bordûman kirin.
Ev bûn heşt roj, artêşa Tirkiyê û çekdarên bi navê Artêşa Azad dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine û heya niha nekarîne tu navçeyekê kontrol bikin.