Opozîsyona Sûriyê li Sochiyê beşdar nabe

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya danûstandinên Cenêvê Nesir Herîrî ragihand, ew beşdarî kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê nabin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda opozîsyona Sûriyê ya danûstandinên Cenêvê Nesir Herîrî ragihand, ew beşdarî kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê nabin.

Nesir Herîrî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, piştî dengdana li ser beşdariyê di kongreyê Sochiyê de, piranya endamên Desteya Bilind a Danûstandinan biryar dan di wê kongreyê de beşdar nebin.

Nesir Herîrî got: “Em daxwaz dikin, her destpêşxeriyeke navdeletî ji bo çareseriya rewşa Sûriyê li gorî biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) û daxuyaniya Cenêvê 1 be, ku gerentiya veguhistina siyasî li Sûriyê dike.”

Biryar e di 29 û 30ê vê mehê kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê bi serperiştiya Rûsyayê bi rê ve biçe.

Roja 23ê vê mehê jî, serkirdê di TEV-DEMê de Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihandibû, di siya êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ku bi rêkeftina ligel Rûsyayê hatiye kirin, ti wate ji beşdariya wan li Sochiyê re nema.

Ji aliyê xwe ve, duh Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê (Pêşverû) di konferanseke rojnemevanî de ragihand, ji ber helwesta Rûsyayê ya li hember êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, ew tevlî kongirê Sochiyê nabin.