41 rêxistinên civaka sivîl daxwaza rawestandina êrîşa li ser Efrînê dikin

Zêdetir ji 40 rêxistin, komele û yekîtiyên civaka sivîl yên li Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa Tirkiyê ya li Efrînê de şermezar kir û daxwaza rawestandina wê operasyonê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Zêdetir ji 40 rêxistin, komele û yekîtiyên civaka sivîl yên li Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşa artêşa Tirkiyê ya li Efrînê de şermezar kir û daxwaza rawestandina wê operasyonê kir.

41 rêxistin, komele û yekîtiyên civaka sivîl yên li Kurdistanê derbar rewşa Efrînê de daxuyaniyek belav kir û tê de hat: “Herêma Efrînê ya ku zêdetir ji 700 hezar kes û bi dehan hezar koçber tê de dijîn ji aliyê Tirkiyê ve bi firokeyên şer û hemû çekên giran ve tê bombebaran kirin ku ev jî li dijî yasaya û belgeyên navdewletî ye. Herwiha jiyana sivîl û koçberan dixe metrisiyê.

Rêxistinên civaka sivîl di daxuyaniya xwe de daxwaza van xalan kir:

  • Rawestandina dimildest a êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê.
  • Çareserkirina hemû pirsgirêkan bi riya diyalogê û rêzgirtina li îradeya gel.
  • Bombebarankirinê rewşa mirovahî li Efrînê dijwartir kiriye û jiyana bi sed hezara kes xistiye metirsiyê de.
  • Daxwaz ji hemû rêxistinên sivîl ên Sûrî û rêxistinên mirovî yên navdewletî dikin fişarê bixe ser Tirkiyê ji bo rewastandina bombebarankirina herêma Efrînê.
  • Daxwaza parastina navdewletî ji herêma Efrînê re dikin wek herêmên din yên ewle li Sûriyê.
  • Vekirina dorpêça li ser Efrînê û vekirina hemû riyên ji bo derbaskirina pêwîstiyên jiyanê ji xwarin û dermanan.
  • Daxwaz ji Rêveberiya Xweser dikin hemû girtiyên siyasî azad bike û dest bi guftûgoyê ligel hemû aliyên din bike û yekrêziyê biparêze.
  • Daxwaz ji hêzên navdewletî yên xwedî bandor li Sûriyê dikin, dawî li gefên Tirkiyê yên li dijî Efrînê bînin û dest bi karê dîtina çareseriyeke siyasî li gor daxwazên gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê bike.

Ji 20ê vê mehê ve artêşa Tirkiyê bi fermî operasyona li dijî Efrînê ragihand, ta niha jî nêzîkî 35 gundên herêma Efrînê hatine topbaran û bombebarankirin.

Li gor amarên fermî jî, ji destpêka operasyona Tirkiyê û ta duh, 59 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 134 sivîlan birîndar bûne.