Hêzên siyasî yên Kurdî beşdariyê di kongirê Sochiyê de nakin

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û piştgiriya Rûsiyayê ji van êrîşan re, hêzên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê beşdariyê di kongirê Sochiyê de nakin û dibînin ku kongir bêyî Kurdan dê lawaz be û ti encaman bidest naxe.

 

K24 – Qamişlo

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û piştgiriya Rûsiyayê ji van êrîşan re, hêzên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê beşdariyê di kongirê Sochiyê de nakin û dibînin ku kongir bêyî Kurdan dê lawaz be û ti encaman bidest naxe.

Di gel berdewamiya êrîşên artêşa Tirkiyê li ser bajar û navçeyên Efrînê, Rûsiya amadekariyên kongirê danûsitandina niştîmanî li bajar Sochiyê dike. Siyasetmedarên Kurd dibînin ku Rûsiya yek ji dewletên piştgirya Tirkiyê di şerê li dijî Efrînê de dike û ji ber helwestên wê yên neyînê dê beşdarî kongirê Sochiyê nebin. Serkirdên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) tekez dikin jî ku bêyî rawestandina şer ti derfet ji çareseriya siyasî re tune ye.

Serkirde di TEV DEM'ê de Ferhad Têlo ji K24ê re got: “Helwesta me ew e ku em beşdarî Sochiyê nabin, dema ku şer li ser Efrînê dibe. Dema ku rewş ne zelal e, kongirên ku Tirkiyê û hevalbendên xwe tê de ne em beşdarî wê nabin, ji ber ev 7 roj in xelkê me yê sivîl dikuje û deverên Rojavayê Kurdistanê topbaran dike.”

Ji aliyê xwe ve, serkirdên Hevbendiya Niştîmanî ya Kurd (HNKS) jî tekez dikin ku di gel êrîşên li ser bajarê Efrînê ew beşdariyê di Sochiyê de nakin û didin zanîn ku bêyî beşdarbûna Kurdan kongirê Sochiyê mîna Cenêv û Astana dê bê encam û bê wate be. Dozê jî ji hemû Kurdan dikin ku heman helwestê li xwe bigrin û beşdarî Sochiyê nebin.

Serkirdê di HNKSê Salih Gedo ji K24ê re wiha axivî: “Em ti wateyê ji amedabûna hemû aliyên siyasî yên Kurdî di Sochiyê de nabînin, pêwîst e bi yek dengî amade nebin, tevî ku nebeşdarbûna Kurdan dê binkeftinê ji kongir re bîne mîna Cenêv û Astanê ji ber dengê Kurdan tê de lawaz bû.”

Biryar e di 29, û 30'ê vê mehê de bi beşdarbûna nêzî 1600 kesî kongirê danûstandina niştîmanî li Sochiyê lidar bikeve û di dema êrîşên li ser Efrînê berdewam dikin piraniya hêzên siyasî yên Kurdî biryar dane ku beşdariyê tê de nekin.