Mihemed Îsmaîl: Tirkiyê ne şerê partiyekê dike, şerê miletê Kurd dike

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê dike, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê dike, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike.

Berpirsê Rêvebir ê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl beşdarî bernama “Basî Roj” a K24ê bû û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê bi tundî şermezar kir û ragihand, êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, ne şerê li dijî terorê yan partiyekê dike, Tirkiyê şerê miletê Kurd dike, ku yek pêkhateyên bingehîn ên Sûriyê ye.

Mihemed Îsmaîl got jî, heger ji Tirkiyê bê, dê hewla dagîrkirina Başûr û Rojhilata Kurdistanê bike û heger hêlîneke Kurdî li kû derê çê bibe, dê dijayatiya wê bike.

Derbarê helwesta ENKSê ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê de Mihemed Îsmaîl ragihand, ENKS xwedî projeyeke netewî ya Kurdî ye û li ser vê hizrê kar dike, ji ber wê ENKSê biryar daye hemû xwecihiyên xwe ku xwepêşandanan bikin û ji raya giştî û cîhanî re diyar bikin ku Efrîn beşek e ji neteweya Kurd e û xelkê wê sivîl in û divê bê parastin.

Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya PDK-Sê tekezî li ser yekrêziya Kurd kir û diyar kir, heger Kurd di vê qonaxa hestiyar de ne yekêz bin, hemû aliyên nijadperest li dijî wan in. Hêzek bi tena xwe jî nikare berevaniyê di ber mafê gelekî bike. Du hêzên sereke di Rojavayê Kurdistanê de hene ENKS û TEV-DEMê ne û destê ENKSê ji bo yekrêziyê dirêjkirî ye.