Iyi Parti: Li Efrînê Tirkiye û Sûrye bi hev re alîkar in

Iyi Parti: Divê desthilata Tirkiyê dest bi gotûbêjên eşkere li gel Sûryê bike, li şûna ku bi awayekî veşartî pêwendiyê li gel dike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Seroka Iyi Partî (Partiya Baş) ya Tirkiyê Meral Akşener ragihand, ku di operasyona Efrînê de, Hikûmeta Tirkiyê û ya Sûriyê hevrêziyê bi hev re dikin.

Meral Akşener tekez kir, ku Hikûmeta Tirkiyê û Sûriyê, di operasyona Efrînê de, bi awayekî nihênî hevrêziyê bi hev re dikin û got: "Divê desthilata Tirkiyê dest bi gotûbêjên eşkere li gel Sûryê bike, li şûna ku bi awayekî veşartî pêwendiyê li gel dike".

Akşener got jî: "Bikaranîna ezmanê Sûryê ji aliyê Tirkiyê ve, hevrêziya di nav herdu welatan de eşkere dike".