YPG: Me 13 serbazên Tirkiyê kuştine û Tirkiyê dibêje wan 447 şervanên YPG kuştine

Tirkiyê: Bi giştî 5 serbazên me hatine kuştin û 41 birîndar bûne û 4 çekdarên ser bi ketîbeyên opozisyona Sûryê ve hatine kuştin 15 din birîndar bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûrya Demokrat ragihand, ku di nav 8 rojên operasyona Efrînê de, şerên giran di navbera wan û artêşa Tirkiyê de çêbûne û tenê di roja heştan de, li devera Şehba 13 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Ji aliyê xwe ve serokerkanê artêşa Tirkiyê ragihand, di çarçoveya 8 rojên operasyona Efrînê de, 484 şervan canê xwe jidest dane û 42 bingeh bi êrîşên ezmanî hatine jinavbirin, ku 22 firoke di wan êrîşan de beşdar bûn.

Herweha serokerkaniya Tirkiyê ragihand ku bi giştî 5 serbazên wan hatine kuştin û 41 birîndar bûne û 4 çekdarên ser bi ketîbeyên opozisyona Sûryê ve hatine kuştin 15 din birîndar bûne.