Bexda û Hewlêr nêzîkî lihevkirinê bûne

Balyozê Iraqê li Rûsya: Wê Bexda hemû sizayên li ser Herêma Kurdistanê rake, ji ber ku ew siza rêkarên demkî bûn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Iraqê li Rûsya Heyder Mensûr ragihand, piştî du civînên di navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, niha Bexda û Hewlêr nêzîkî rêketineke hevbeş û çarekirina pirsgirêkan bûne.

Herweha Heyder Mensûr got: "Herdu alî gihiştine wê baweriyê, ku hemû pirsgirêkan li ser bingeha destûrê çare bikin".

Navhatî eşkere kir, ku Bexda wê hemû sizayên li ser Herêma Kurdistanê rake, ji ber ku ew siza rêkarên demkî bûn.