Kurdistan24 derbasî nav bajarê Efrînê dibe û rewşa welatiyan dişopîne

Welatiyeke Efrînê bangê welatên cîhanê dike, ku bê deng nemînin û bi hewara Efrînê ve bên.

K24 - Navenda Nûçeyan

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya Tirkiyê li bajarê Efrînê ket roja xwe ya nehan de û heya niha, hejmareke mezin ji welatiyên sivîl bûne qurbanî.

Kamîreya Kurdistanê24 derbasî nav Efrînê bûye û nerînên xelkê wê derbarê vê êrîşê wergirtiye.

Welatiyeke wî bajarî bangê welatên cîhanê dike, ku bê deng nemînin û bi hewara Efrînê ve bên, ew welatî tekez dike ku ewê li ser axa xwe bimînin û ji bajarê xwe dernakevin.

Ji aliyê xwe ve, xortekî Efrînê ji Kurdistanê24ê re got: Dema ku rêveberiya xweser seferberî ragihand, hemû tex û çînên civakê ketin çalakiyê de, hin tevlî bereyên şer bû, hin karên xwebexş kirin, hin karên rojnamevanî û bidêkomêntkirinê rabûn, hin kesên din jî xizmetên pizîşkî pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve, berpirsa Komela Rewşen Bedirxan Jinê Kifyet Hesen ji K24ê re tekez kir, ku tevî êrîşên dijwar yên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, lê ewê li nav bajar bimînin, nek tenê xelkê bajar, ji ber ku ew mişextên ji bajarên din yên Sûryê xwe li Efrînê girtine, wê ew jî li nav bajar bimînin.

Operasyona (Şaxê Zeytûnê) ya artêşa Tirkiyê li ser bajarê Efrînê, ket roja xwe ya 9nehan de û heya niha ti navçe kontrol nekiriye.