Li Amûdê jî ENKS li dijî operasyona artêşa Tirkiyê derket
Di xwepêşandanê de, endam û alîgirên ENKS, bi bilindkirina ala Kurdistan û diruşmên cuda, daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê kirin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li dijî operasyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, kadir û endamên Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûrya (ENKS), li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek birê xistin û ew operasyon şermezar kirin.
Di xwepêşandanê de, endam û alîgirên ENKS, bi bilindkirina ala Kurdistan û diruşmên cuda, daxwaza rawestandina operasyona Tirkiyê kirin.
Ev yek di demekê de ye pêştir ENKS, di daxuyaniyekê de dilgiraniya xwe li dijî wê operasyonê ragihandibû, herweha rexne li medya PYDê kiribû, ku nûçeyên dûrî rastiyê li dijî Encûmena Kurdî belav dikin.
ENKS di wê daxuyaniya xwe de diyar kiribû, ku medya PYDê bi nûçeyên xwe yên nerastî li dijî Encûmena Kurdî, xizmeta yekîtiya navmala Kurd nake û tenê xizmeta dijminên Kurdan dike.





