Federaliya Bakurê Sûriyê naçe Sochiyê
Ji ber berdewamiya operasyona li ser Efrînê, Federaliya Bakurê Sûriyê beşdariyê di kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochiya Rûsyayê de nake.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber berdewamiya operasyona li ser Efrînê, Federaliya Bakurê Sûriyê beşdariyê di kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochiya Rûsyayê de nake.
Hevseroka Desteya Cîbicîkar ya Federaliya Bakurê Sûriyê Fewza Yûsif ji K24ê re ragihand, Tirkiye yek ji welatên gerentîkar yên kongreyê Sochiyê ye û ji ber berdewam êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê wan biryar da, ew li wî kongreyî amade nabin.
Biryar e, sibe kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Sochiya Rûsyayê bi rê ve biçe û her yek ji Rûsya, Îran û Tirkiye serperiştiya wî kongireyî dikin.
Ev daxuyaniya Foza Yûsif di demekê de ye, ji 20ê vê mehê bi fermî operasyona li dijî Efrînê ragihand û bi riya esmanî û bijahî êrîş herêm Efrînê dike.
Wek karvedaneke şermezarkirina vê êrîşê jî, piraniya partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê beşdarî kongreya Sochiyê nabin.