YPG red dike girê Qestelê ji aliyê Tirkiyê ve hatibe kontrolkirin
Serokomarê Tirkiyê kontrolkirna Girê Qestelê ya li herêma Efrînê ragihand, lê YPG red kir ku artêşa Tirkiyê ew gir kontrol kiribe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê kontrolkirna Girê Qestelê ya li herêma Efrînê ragihand, lê YPG red kir ku artêşa Tirkiyê ew gir kontrol kiribe.
Peyamnêrê K24 li ser sînorê Tirkiyê û Rojavayê Kurdistanê ragihand ku, operasyona artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê di roja 9emîn de berdewam e û ji serê sibeha îro ve artêşa Tirkiyê Girê Qestel tundî topbaran dike.
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî îro di gotarekê de kontrolkirina Girê Qestelê yê stratejîk ragihand û got, niha leşkerên wan ber bi Efrînê ve diçin.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdarê YPG li Efrînê Birûsk Hesekê ji K24 re nûçeya kontrolkirina Girê Qestelê ji aliyê Tirkiyê ve red kir û got, şer li wê deverê berdewam e.
Girê Qestel li rojhilatê bajarê Efrînê ye û girekî stratejîk e. Artêşa Tirkiyê ji roja yekem ya operasyona li dijî Efrînê ve wî girî topbaran û bombebaran dike.