Kurdên li Libnanê piştgîriya Efrînê dikin
Rêxistina Libnanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) nameyek radestî Komîsera Yekîtiya Ewropa ya li Beyrûtê kir û dawaza rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêxistina Libnanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) nameyek radestî Komîsera Yekîtiya Ewropa ya li Beyrûtê kir û dawaza rawestandina êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê kir.
Rêxistina Libnanê ya PDK-Sê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li ser daxwaza wan îro welatiyên Kurd ên li Libananê, li Beyrûtê paytext li pêş Komîsera Yekîtiya Ewropa mangirtinek bi rê ve bir û êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê şermzar kir.
Wê rêxistinê da zanîn jî, wan nameyek radestî Komîsera Yekîtiya Ewropa kir û tê de banga rawestandina operasyona li dijî Efrînê û parastina sivîlan li civaka navdewletî kir.
Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser herêmê Efrînê di roja 9emîn de berdewam e. îro jî firokeyên Tirkiyê gundê Kopela yê li navçeya Şêrewa bombebaran kir, di encamê de 3 sivîl ji yek malbatê şehîd bûn, di nava wan de zarok jî hene û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.