Omer Osê: Sûriyê di rêkeftina êrîşkirina li ser Efrînê de nîn e
Endamê Parlemantoya Sûriyê Omer Osê ragihand, niha artêşa Sûriyê li nêzîkî Efrînê ye û heger êrîş dirêj bike, dê berevaniyê de ber Efrînê de bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Parlemantoya Sûriyê Omer Osê ragihand, niha artêşa Sûriyê li nêzîkî Efrînê ye û heger êrîş dirêj bike, dê berevaniyê de ber Efrînê de bike.
Omer Osê Osê ji K24ê re diyar kir, Rûsyayê vexwandnameyeke fermî bi navê insiyativa Kurdên Sûriyê ji wî re şand, lê piştî wê Tirkiyê veto xistin ser navê wî.
Herwiha got jî: “Ji ber êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê heger Tirkiyê rêgirî li beşdariya min nekiriba jî, ez beşdarî wê kongreyê nedibûm, ji ber ku Tirkiye komkujiya bi serê sivîlên Kurdên Efrînê dike û serweriya Sûriyê binpê dike me jî ev yek şermezar kir.”
Derbarê helwesta rêjîma Sûriyê ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê de, Omer Osê da zanîn, Serokê Sûriyê Beşar Esed, Wezîrê Derve yê Sûriyê û parlemantoyê ev êrîşa li ser Efrînê şermezar kir. Niha artêşa Sûriyê li nêzîkî Efrînê ye û heger êrîş dirêj bike, dê berevaniyê de ber Efrînê de bike, ji ber Efrîn bajarekî Sûrî ye.
Li ser banga Rêveberiya Xweser a ji hikûmeta Sûriyê, ku parastina sînorê xwe li dijî êrîşa Tirkiyê bike, Omer Osê got, di rojên pêş de dê yekrêzî û hevahengî di navbera artêşa Sûriyê û YPGê de çê bibe, ji ber Efrîn beşek e ji xaka Sûriyê ye û divê hikûmet Efrînê bi tenê nehêle.
Got jî, Serokê şanda hikûmeta Sûriyê Beşar Caferî duh li Viennayê nameyek radestî Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura kir da bigihîne Sekreterê Giştî yê YN, ku tê de bi tundî êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şermezar kir.
Li ser helwesta Rûsyayê ji êrîşa li ser Efrînê Omer Osê got: “Tirkiyê bi rêkeftin ligel Rûsyayê ev êrîş kiriye û em xapandin, ne dûr e jî Amerîka jî sibe me li herêmên din bixapîne. Lê wê yekê tekez dikim, dewleta Sûriyê di rêkeftina êrîşkirina li ser Efrînê de nîn e.”