ENKS û TEV-DEM naçin Sochiyê

Herdu aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê biryara beşdarnebûna di kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Scohiya Rûsyayê dan.

K24 – Qamişlo

Herdu aliyên sereke li Rojavayê Kurdistanê biryara beşdarnebûna di kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li bajarê Scohiya Rûsyayê dan. Li gorî hin çavdêran, ji ber beşdarnebûna hejmarek mezin ji partî û aliyan di wê kongreyê de, pêşbîn e kongre were paşxistin.

Tevgera siyasî li Rojavayê Kurdistanê bi hemû partiyên xwe biryara beşdarnrebûna kongirê Sochiyê didin. Serkirdeyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) didin zanîn, ENKSê tenê li kongirên ku di bin siya Netewên Yekgirtî de têne lidarxistin beşdar dibe. Herwiha dibêjin ku ti wate ji kongreyê Sochiyê re nemaye ji ber rêjîm û opozisyona Sûriyê li damûstandinên Cenêvê dicivin.

Serkirdeyê di ENKSê de Feysel Yûsif ji K24ê re wiha axivî: “Biryara me wek ENKSê ew e, çi kongreyên navdewletî yên opozîsyonê çê bibin em bi awayê ku karibin nerîna Kurdî ya ENKSê bigihînin wan kongreyan û divê çavdêriya navdewletî jê re hebe. Me ev yek ji Rûsyayê re got ku ev e nêrîna me. Rûsyayê jî got, heger çi civîn bê hebûna we çê bibe, dê kêm be.”   

Ji aliyê xwe ve, serkirdeyên Tevgera Civaka Demoqratîk (TEV-DEM) didin zanîn, ji ber piştgîriya Rûsiya ji êrîşên Tirkiyê li dijî Efrînê, TEV-DEM beşdarî kongreyê Sochiyê nabe. Herwiha dibêjin jî, ji ber vexwendin ne bi navê Rêveberiya Xweser yan hêzên siyasî yê bakurê Sûriyê ye ew beşdar nabin. 

Serkirdê di TEV-DEMê de Telal Mihemed got: “Kongreyê Sochiyê li pişt wê Rûsyaya ku hevalbendê Tirkiyê ye, plana ku li Sochiyê bê danîn, Tirkiyê datîne, Tirkiye jî dê li hember îradeya Kurd bisekine, taybet li dijî porjeya rêveberiya xweser û federaliyê. Em wek partiyên di nava TEV-DEM û Rêveberiya Xweser de me daxuyanî derxist ku em beşdar nebin, bi taybet piştî ku şerê li ser Efrînê tê kirin û piştgîriya Rûsyayê ji Tirkiyê re.”

Biryar e di 29ê vê mehê de û bi beşdariya nêzî 1600 kesî kongireyê Sochiyê li Rûsyayê dê were lidarxistin, lê li gorî hin cavdêran ji ber pirniya alî û partiyên ku hatine vexwendin beşdar nabin, pêşbîn e kongreyê Sochiyê were paşxistin.