HSD: Ger Hevpeymaniya Navdewletî ji Efrînê tiştekî neke bawerî di nav me de namîne
Rêdûr Xelîl: Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê, wê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê jî bike û ew êrîş li dijî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Endamê fermandariya giştî ya Hêzên Sûrya Demokrat Rêdûr Xelîl, di hevpeyvînekê de ragihand, ku pêwîst e Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, helwesteke cidî derbarê êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê bide xuyakirin, heger na wê bawerî di navbera wan de nemîne.
Rêdûr Xelîl diyar kir, ku ew êrîş wê bandorê li ser şerê li dijî DAIŞê jî bike û got: "Êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê êrîşeke li dijî Hevpeymaniyê ye".
Ji roja 20ê vê mehê, artêşa Tirkiyê li beramberî bajarê Efrînê, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kir û heya niha şer di navbera wê û Hêzên Sûrya Demokrat de berdewam e, lê li gorî medya nêzîkî HSD, heya niha artêşa Tirkiyê ti navçeyek control nekiriye.