Bexda mûçeyê wezareta perwerde û tendirustiyê xerc dike

Şanda Hikûmeta Iraqê bi armanca hûrbîniyê di lîsta fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê de serdana parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanyê kirye û dest bi karên hûrbîniye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê razî bûye, berî bidawîbûna karên komîteyên hûrbîniyê di lîstên fermanberên herdu wezaretên navhatî de, mûçeyê mehekê ji herdu wezaretan re bişîne.

Rêvebira giştî ya pilandanînê di wezareta tendirustiya Herêma Kurdistanê de Viyan Caf ji Kurdistan24ê re got: "Piştî ku di civînên berî niha de, daxwaz ji şanda Bexdayê hat kirin ku weke niyet pakî, mûçeyê mehekê yê  fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê bişîne, îro Bexdayê pêwendiyê bi me re kir û diyar kirk u ew amade ye mûçeyê mehekê yê fermanberên wan herdu wezaretan bişîne".

Ev yek di demekê de ye, ku niha şanda Hikûmeta Iraqê bi armanca hûrbîniyê di lîsta fermanberên wezaretên perwerde û tendirustiyê de serdana parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmanyê kirye û dest bi karên hûrbîniye.