Bi vîdyo.. Sivîl dibin qurbaniya êrîşa Tirkiyê
Ji ber êrîşên topxane û firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeyên Efrînê, hejmarek mezin ji welatiyên sivîl dibin qurbanî, ku hejmarek mezin jî ji wan qurbaniyan zarok in.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber êrîşên topxane û firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li ser gund û navçeyên Efrînê, hejmarek mezin ji welatiyên sivîl dibin qurbanî, ku hejmarek mezin jî ji wan qurbaniyan zarok in.
Rêvebirê Nexweşxaneya Avrînê Dr.Xelîl Sebrî derbarê rewşa birîndaran ji K24 re got: “Ta niha 37 şehîd guhêtine nexweşxaneya me, ji bilî vê jî gelek sivîlên şehîd hene di cih de canê xwe jidest dane û laşên wan qutqutî bûne, loma xwediyên wan bêyî ku bînin nexweşxaneyan vedişêrin û hejmara wan li nexweşxaneya me nîn e. Li nexweşxaneyê jî 67 birîndarên ku birînên wan giran in hene.”
Operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li ser herêmê Efrînê di roja 10emîn de berdewam e. di van 10 rojan de firokeyên artêşa Tirkiyê gelek komkujî li gundên Efrînê kirine. Ji wan jî:
Di roja 21ê vê mehê, firokeyên artêşa Tirkiyê gundê Enabkê ya navçeya Şêrewa kir û di encamê de 13 sivîl ji yek malbatê şehîd bûn ku di nava wan de zarok jî hebûn. 6 sivîl jî birîndar bûn.
Di roja 26ê vê mehê, di encama êrîşa firokeyên şer li ser navçeya Mabeta, 10 welatiyên sivîl şehînd bûn.
Di roja 28ê vê mehê de jî gundê Gopela yê li navçeya Şêrewa hat bombebarankirin, di encamê de 3 sivîl ji yek malbatê şehîd bûn, di nava wan de zarok jî hebûn û 7 sivîlên din jî birîndar bûbûn.