Artêşa Tirkiyê bilindtirîn çiyayê Efrînê bombebaran dike

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 10emîn de berdewam û bilindtirîn çiyayê Efrînê û bendava Meydankê bombebaran dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di roja 10emîn de berdewam û bilindtirîn çiyayê Efrînê û bendava Meydankê bombebaran dike.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyanîyekê de ragihand, artêşa Tirkiyê û grûpên bi ser wê ve, çiyayê  Gir li navçeya Bilbilê ya Efrînê bombebaran kir.

Navenda Ragehandina HSDê da zanîn jî, li derdora gundê Hemam yê navçeya Cindirêsê pevçûnên giran derketin û ziyaneke mezin gihêşt artêşa Tirkiyê û çekdarên bi ser wê ve.

Ji aliyekî din çalakvanên ji nava Efrînê ji K24ê re ragihandin, firokeyên artêşa Tirkiyê careke din bendava Meydankê bombebaran kirin, ku berê metirsiya herifandinê li ser wê bendavê heye.

Herwiha diyar kirin, di encama êrîşa li ser gundê Senarê yê ser bi navçeya Şiyê ve xaniyek bi ser xwediyê malê Arif aloskê ve hilweşiya û di bin bane xwe de şehîd.

Rêveberiya Xweser îro di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ji destpêka operasyona li dijî Efrînê de 100 sivîl şehîd bûne zêdetirî 200 kesî jî birîndar bûne.