Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Hewlêr û Bexdayê dike
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê ragihand, biryar e di meha bê de Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian di çarçova geûteke fermî de serdana Hewlêr û Bexdayê bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê ragihand, biryar e di meha bê de Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian di çarçova geûteke fermî de serdana Hewlêr û Bexdayê bike.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, biryar e di meha bê de Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Lordian di çarçova geûteke fermî de serdana Hewlêr û Bexdayê bike û ligel berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê biçive.
Elî Dolemerî ragihand jî, di dema bûrî de Parîsê piştevaniya xwe ji guftûgoya di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de dibirîbû.
Di dawî civîna di navbera Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derve yê Fransayê de, Jean Yves Lordian piştevaniya destpêkirina guftûgoyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbirî.