“Operasyona Efrînê encama lîstikên Rûsya û Amerîkayê ye”
Karvedanên Operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê didomin. Partiyen siyasî û rêxistinên sivîl di derbarê Operasyona Efrînê de tînin zimên ku divê Tirkiye hesasiyetên Kurdan li ber çavan bigire û li gorî vê yekê tevbigere.
K24 – Diyarbekir
Karvedanên Operasyona Efrînê ya Tirkiyeyê, li Bakurê Kurdistanê didomin. Partiyen siyasî û rêxistinên sivîl di derbarê Operasyona Efrînê de tînin zimên ku divê Tirkiye hesasiyetên Kurdan li ber çavan bigire û li gorî vê yekê tevbigere.
Tirkiyê di 20'ê Rêbendanê de ragihand ku operasyona Efrînê bi navê Şaxa Zeytûnê dest pê kiriye û rayedarên dewletê ragihand ku Operasyona Efrînê ne li dijî Kurdan e û tenê ji bo parastina sînorên Tirkiyeyê ye. Di derbarê helwest û daxuyaniyên Tirkiyeyê de bertek jî ji rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê çêdibin ku Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratên Kurd DDKD'ê Mehmet Veysî Askar amaje dike ku divê operasyon were rawestandin.
Mehmet Veysî Askar ji K24ê re wiha axivî: "Ji aliyê Efrînê ve êrîş li Tirkiyeyê nehatiye kirin û Efrîn ji bo Tirkiyeyê ne gef e. Ji ber vê yeke em vê operasyonê qebûl nakin û divê were rawestandin. Ev operasyon ne mirovî ye û ne ehlaqî ye."
Partiyên siyasî yên muhafazakar in jî balê dikişînin ser rola hêzên mezin ên cîhanî. Serokê Partiya Saadetê yê Şaxa Diyarbekirê Fesîh Bozan amaje dike ku operasyona Efrînê encama lîstikên hêzên alîgirên şer e ku dixwazin Tirkiyeyê bikişînin nav tevlîheviya Sûriyeyê.
Fesîh Bozan dibêje: "Divê Kurd, Erep, Ecem û Tirk li hev bicivin û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Her çiqas ev operasyon li dijî rêxistinên neyasayî were lidarxistin jî dê encamê de sivîl, jin û zarok mexdur bibin. Em şer naxwazin."
Partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên Bakurê Kurdistanê bang li hêzên Rojhilata Navîn dikin ku pirsgirêka Kurd bi awayekî mayînde çareser bikin da ku hêzên wekî Rûsya û Amerîkayê nikaribin jêrzemîna operasyonên wekî Efrînê çêbikin.