Parlemantoya Kurdistanê rewşa Efrînê gotûbêj dike
Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo guftûgokirina rewşa Efrînê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlamentoya Kurdistanê îro ji bo guftûgokirina rewşa Efrînê dicive.
Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê bi fermî operasyona leşkerî ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand, îro jî di roja 11emîn de berdewam e.
Di van 10 rojan de topxane û firokeyên artêşa Tirkiyê bi tundî herêma Efrînê de dike. Li gor amarên fermî jî nêzîkî 100 welatiyên sivîl şehîd bûne, 200 sivîl jî birîndar bûne û gelek xanî û avahî wêran bûne.