Kongreyê Sochiyê dest pê kir
Bi serperiştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê dest pê kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serperiştiya Rûsya, kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê dest pê kir. Wezîrê Derve yê Rûsyayê di gotara xwe de got, tevahiya pêkhateyên Sûriyê amade ne.
Kongreyê Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Sochiyê bi gotarek Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dest pê kir. Lavrov di gotara xwe de got, tevahiya pêkhateyên Sûriyê amade ne.
Şanderê Serokê Rûsyê yê taybetji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev berî niha aşker kiribû, yek ji armancên kongreyê Sochiyê, avakirina komîteke destûrî ku bikare dariştina distûreke nû ji bo Sûriyê dane.
Kongreyê Sochiyê ku biryar bû duh dest bi karên xwe bikira. Li gor zanyariyan, nêzîkî 1511 kes ji Sûriyê li Sochiyê amade bûne, ku bi rêjeya ji sedî 94.5 ji kesên beşdar Ereb in û nûnertiya Kurd, Ermen, Tirkmen, Çerkeran bi carekê kêm e.
Li gor zanyariyê şanderê K24ê bo Sochiyê, ji ber nakokiyên di navbera Nûnerê NY yê Taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura ligel şanda bilind a Tirkiyê û Rûsyayê li ser beşdariya di kongreyê de, destpêkirina kongreyê demekê hat paşxistin.
Ji ber êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê di 20ê vê mehê de û tometbarkirina Rûsyayê ku rê da firokeyên Tirkiyê herêma Efrînê û sivîlan bombebaran bike, Rêveberiya Xweser û ENKSê neçûne Sochiyê.