Hikûmeta Sûriyê bi firokeyan li Idlibê dide
Di nava 2 rojan de, 15 welatiyên sivîl bi êrîşên firokeyên Hikûmeta Sûryê li parêzgeha Idlibê hatine kuştin
K24 - Navenda Nûçeyan
Di encama êrîşeke firokeyên Hikûmeta Sûryê de li ser başûrê rojhilatê Idlibê, 9 kes hatin kuştin.
Li gorî jêdereke nêzîkî opozisyona Sûryê, bi sedema êrîşên ezmanî ji aliyê firokeyên Hikûmeta Sûryê ve, li ser bazara bajaokê Erîha li bajarê Idlibê 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Duh jî Hikûmeta Sûriyê bi firokeyan êrîşî bajarokê Me'eret Elnu'iman li başûrê bajarê Idlibê kir û di wê êrîşê de 6 kesên sivîl hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.