PKK gefa êrîşan dike

KCK gefê li Tirkiyê dike û dibêje: Emê çalakiyên xwe yên serbazî li dijî Tirkiyê zêde dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Endamê pêwendiyên diplomasî yê koma Civakên Kurdistanê "KCK" Serhed Varto, gefê li Tirkiyê dike û dibêje: "Emê çalakiyên xwe yên serbazî li dijî Tirkiyê zêde dikin".

Serhed Varto ji bo medya ser bi PKKê ve ragihand: "Beramberî ew êrîşên Tirkiyê li ser bajarê Efrînê li Rojavayê Kurdistanê encam dide, emê jî bêdeng nemînin û emê çalakiyên xwe li nav Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bêtir bikin".

Varto got jî: "Hindik maye serokê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan û Partiya desthilata Tirkiyê ji holê rabin".

Berpirsên Tirkiyê bi berdewamî, Partiya Yekîtiya Demokrat "PYD" weke beşêkî ji Partiya Karkirên Kurdistanê "PKK" dibîne, ku di nav lîsta "terorê" de ye û Tirkiye bi wê yekê operasyona serbazî ya bi navê (Şaxê Zeytûnê) di roja 20 vê mehê de, li Efrînê destpê kiriye.