Mesrûr Barzanî: Guhertina dîmugrafî li ti navçeyekê nayê qebûlkirin

Mesrûr Barzanî: Guhertina dîmugrafî bi riya erebkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdara Herêma Kurdistanê, eşkere dibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê encûmena ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li metran Nîkodîmos Dawud Şeref, Metranê Dêra Artodoksî Siryanî li Herêma Kurdistan û Mûsilê û Kerkûkê kir.

Di civîna herdu aliyan de, rewşa navçeyê û bi taybetî deşta Nînewa û rewşa mişextên kirîstyan li Herêma Kurdistanê hat behskirin.

Metran Dawud Şeref sipasiya Herêma Kurdistanê kir, ku berdewam piştevan û penageha Kirîstyanên Iraqê bûye û du`a kir ku di zûtirîn dem de ew fişarên li ser Herêma Kurdistanê hene bidawî bên û aştî û aramî ji bo tevahiya navçeyê vegere.

Girêdayî heman mijarê, Şêwirmendê encûmena ewlehiya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir, ku di ti rewşê de, çanda lêbûrîn û pêkvejiyanê li Kurdistanê nayê guhertin û herdem wê Herêma Kurdistanê navenda hemû pêkhateyan be.

Li ser pirsa rewşa deşta Nînewa, Mesrûr Barzanî diyar kir, ku hin bizavên eşkere hene ji bo guhertina dîmugrafya wan navçeyan, vê yekê hiştiye ku hin birayên Kiristyan malên xwe bar bikin û ji deşta Nînewa derkevin. Şêwirmendê encûmena ewlehiya Herêma Kurdistanê got: "Ew bizavana di çarçoveya siyaseta erebkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyê îdara Herêma Kurdistanê de, eşkere dibin û ew yek ti carî nayê qebûlkirin û emê piştevaniya xwe ji bo biryên Kiristyan berdewam bikin".