Bi wêneyan.. Tirkiye tektîka operasyona xwe li Efrînê diguherîne

Artêşa Tirkiyê bi riya belavokan ji xelkê Efrînê û derdora wê dixwaze ku hevkariya wê bikin

K24 - Navenda Nûçeyan

Di pêngaveke nû de, piştî ku artêşa Tirkiyê bawer kir ku kontrolkirina Efrînê ne karekî asan e, îro firokeyên cengî yên Tirkiyê belavok bi ser xelkê Efrînê û navçeyên derdora wê de avêtin û, têde hatiye xwestin ku xelkê wê navçeyê hevkariyê bi artêşa Tirkiyê re bike.

Di wê belavokê de, ji xelkê wan deveran hatiye xwestin, ku rê nedin xortên xwe, ku tevlî YPGê bibin û li beramberî hêzên Tirkiyê şer bikin.

Ew belavok bi zimanên Kurdî û Erebî hatiye nivîsîn û dibêje: "Niha dema wê yekê hatiye, ku zulm û zordarî û binpêkirinên PKK, PYD, YPG û DAIŞê yên terorîst bê bidawîkirin û divê rê li wan bê girtin ku xortên we bixapînin û mal û pêşeroja wan wêran bikin".