Hikûmeta Sûryê daxwaza radestkirina Efrînê dike û Kurd red dikin

Hikûmeta Esed merc daniye, ku heya rêveberiya xweser li Efrînê neyê hilweşandin, ew alîkariyê nake.

K24 - Navenda Nûçeyan

Ev bûn 11 roj operasyona artêşa Tirkiyê bi navê (Şaxê Efrînê) li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Tevî ku berî niha rêveberiya xweser li Efrînê daxwaz kir ku, artêşa Sûryê destwerdanê bike û parastina sînoran bike.

Di vê çarçoveyê de, serkirdeyê TEVDEMê Aldar Xelîl ji ajanseke Firensî re ragihandibû, ku "Rêveberiya xweser li Efrînê, li ser Rûsya pêşinyar kiriye, ku artêşa Esed vegere ser sînor û parastina sînorên Sûrya bike". Lê Hikûmeta Esed merc daniye, ku heya rêveberiya xweser li Efrînê neyê hilweşandin, ew alîkariyê nake. Xelkê Eefrînê jî wî mercê Hikûmetê red dikin.

Roja şemiyê êvarî 20ê Çileya 2018an, demjimêr (05:00) artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heya niha nekariye ti gundekî wî bajarî kontrol bike.