Perwîn Ibrahîm: Soçî lawaz destpêkir

Perwîn Ibrahîm destpêka Kongreyê Soçî deskpêkek lawaz binav kir. Egera herî mezin a lawaziya Kongreyê Soçî bi nebeşdarbûna Kurdan ve girêda.

K24 – Navenda Nûçeyan

Beşdara Kongreyê Soçî ya Diyaloga Niştimanî ya Suriyê, Emîndara Giştî ya Partiya Ciwanên Niştimanî bo Dad û Geşepêdanê Perwîn Ibrahîm Kongreyê Soçî di nûçeyên demj 19:00 a Kurdistan24de nirxand.

Perwîn Ibrahîm destpêka Kongreyê Soçî deskpêkek lawaz binav kir. Egera herî mezin a lawaziya Kongreyê Soçî bi nebeşdarbûna Kurdan ve girêda. Ibrahim diyarkir, ku kesayetiyên Kurd ên hatî vexwendin jî beşdarî Kongreyê nebûn.

Perwîn Ibrahim herweha destnîşankir ku, Wê wekî keçek Kurd di daxûyaniya xwe ya Kongreyê de bangewaza hevkariya Efrînê kiriye.