Reşnivîsa daxûyaniya encamî ya Soçî eşkere bû
Di daxûyaniyê de bi ti awayî behsa guhertina rejîma niha, nehatiye kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Soçî ji bo pêkanîna çaksaziyan di destûrê Sûriyê de komîteyek pêk hat.
Di reşnivîsa daxûyaniya Kongreya diyaloga niştîmanî ya Sûriyê hatiye ku, beşdarbûyên Kongrê li ser pêkanîna Komîteyek destûrî lihev kirine, da ku çaksaziyan di destûra niha yê Sûriyê bike .
Herwiha beşdarbûyan tekezî li ser avakirina artêşeke niştîmanî û yekgirtî kirin, ku li gor Destûrê tevgerê bike û erkê wê parastina sînorê Sûriyê be.
Herwiha di daxuyaniyê bi ti awayî behsa guhertina rejîma niha, nehatiye kirin.