Votel: Ji bo şer li Minbicê nebe hemû bergiriyan werdigrin

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Joseph Votel radigihîne, li Minbicê ji bo di navbera wan û leşkerên Tirkiyê de şer rû nede ew hemû bergiriyan werdigrin û Tirkiyê agahdar dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê Joseph Votel radigihîne, li Minbicê ji bo di navbera wan û leşkerên Tirkiyê de şer rû nede ew hemû bergiriyan werdigrin û Tirkiyê agahdar dikin.

Joseph Votel piştî serdana xwe ya Iraq û Sûriyê bi riya telekonferansê pirsên rojnamevanên navçeyê bersivand û dubare piştgiriya Amerîkayê bo HSDê ragihand.

Votel got di şerê dijî DAIŞê de hezaran endamên HSDê canê xwe ji dest dan û birîndar bûn. Ji ber vê yekê hemû cîhan sipasgûzarê HSDê ye û dê hevpeymaniya Amerîkayê digel HSDê berdewam bike.

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê herwiha amaje kir, li Minbicê ji bo di navbera wan û leşkerên Tirkiyê de şer rû nede, çi ji destê wan tê, dikin. Rojane digel partnerên xwe yên Tirk diaxifin û wan agahdar dikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihandinû, operasyona wan a li dijî Efrînê dê heta Minbicê jî berdewam be.