Li Colemêrgê leşkerek hate kuştin û 5 jî birîndar bûn

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdsiatanê leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdsiatanê leşkerekî artêşa Tirkiyê hate kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Tirkiye ji aliyekî ve li dijî Efrînê operasyon bi rê ve dibe û ji aliyekî din ve jî li Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û leşkerên Tikriyê de şer rû didin.

Îro gerîlayên PKKê li bajarê Colemêrgê navçeya Çêlê bi mûşekan êrîşê bingeheka leşkerî ya Tirkiyê kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Duh jî li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîdê di navbera PKK û Arteşa Tirkiyê de şer rû dabû û leşkerek hatibû kuştin, leşkerekî din jî birîndar bûbû.