Tevî êrîşa Tirkiyê, welatiyên Efrînê li ser xaka xwe ne
Tevî ji 20ê vê mehê ve êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û gundên Efrînê bi topxane û firpkeyên şer berdewam e û tevî ku heta niha bi dehan ji welatiyên sivîl ji encama wê êrîşê şehîd û birîndar bûne, lê welatiyên rijd in ku ew ji bajarê xwe dernakevin û koçber nabin.
K24 – Efrîn
Tevî ji 20ê vê mehê ve êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê û gundên Efrînê bi topxane û firpkeyên şer berdewam e û tevî ku heta niha bi dehan ji welatiyên sivîl ji encama wê êrîşê şehîd û birîndar bûne, lê welatiyên rijd in ku ew ji bajarê xwe dernakevin û koçber nabin. Kamîreya Kurdistanê24ê li nava kolan û bazara bajarê Efrînê geriya û rewşa jiyana rojane ya xelkê Efrînê şopand.