Amerîka: Piştî şerê DAIŞê emê hemû çekên xwe ji HSDê bistînin
Amerîka bêtirî 13 bingehên serbazî li Sûryê ava kiriye, û nêzîkî 2 hezar serbazên xwe jî di wan bingehan de bicih kiriye.
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê serokerkaniya artêşa Amerîkî Kîniz Makînzî, di kongirekî rojnemevanî de ragihand, ku şerê li dijî DAIŞê li rojhilatê çemê Firatê li berdewam e û, niha şervanên Hêzên Sûrya Demokrat bi awayekî serketî çekên Amerîkî di şerê li dijî DAIŞê de bikar tînin.
Derbarê stendina wan çekan ji HSDê Makînzî got: "Her dema şer li dijî DAIŞê bidawî bê, emê çekên xwe ji Hêzên Sûrya Demokrat bistînin".
Amerîka bêtirî 13 bingehên serbazî li Sûryê ava kiriye, û nêzîkî 2 hezar serbazên xwe jî di wan bingehan de bicih kiriye.