Riwangeha Sûrî: Artêşa Tirkiyê tenê çend gundek li Efrînê kontrol kiriye

Kenala Al-Hurra ya Amerîkî: Duh bi dirêjiya rojê, şer û pevçûnên dijwar di nav artêşa Tirkiyê û hêzên YPGê de li Efrînê qewimîn.

K24 - Navenda Nûçeyan

Êrîşa artêşa Tirkiyê li Efrînê, ket roja xwe ya çardemîn de û li gorî zanyariyên medyayî, heya niha artêşa Tirkiyê nekariye nexşeya şer li gorî berjewendiya xwe biguherîne.

Kenala Al-Hurra ya Amerîkî belav kiriye, duh bi dirêjiya rojê, şer û pevçûnên dijwar di nav artêşa Tirkiyê û hêzên YPGê de li Efrînê qewimîn.

Li ser wê yekê rêvebirê Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman, ji radyoya Sewa re ragihand, ku ji destpêk êrîşa Tirkiyê ve û heya niha tenê 3% ji rûbera gundên Efrînê kontrol kiriye.

Ramî Ebdilrehman zelal kir, heya niha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew çend gund rizgar nekirine ku ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kontrolkirin, lê karîne heşt serbazên artêşa Tirkiyê bikujin.